Li gor nûçeya BasNewsê qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl li ser 1200 revandiyên êzidî ku di destê DAIŞê de ne agahî dan û got, ‘Dema operasyona Mûsilê dest pê kir derdora 1200 revandiyên êzîdî li Mûsilê bûn, me daxwaz kir bên rizgarkirin lê kesî dengê me nebihîst.'
Xelîl bal kişand ser ku dibe destên veşarî di wî karî de hebin ku naxwazin êzidî werin rizgarkirin û wiha domand: "Ew dest û hêzên veşartî revandiyên êzîdî dibin welatên erebî yên Kendavê bo veşartina sûcên xwe û nahêlin belgeyên jenosîda êzîdiyan bên komkirin da ku sûc û gunehên wan dernekevin. Bexda jî ti alîkariyekê nade bo rizgarkirina revandiyên êzîdî."
Li gor agahiyan zêdetirî 3600 êzîdî di destê DAIŞê de mane û 500 xort û zarokên êzîdî jî ji aliyê DAIŞê ve hatine perwerdekirin bo karên terorîstî.