Qûbad Talebanî li ser êrişa balafirgeha li Silêmaniyê bersiva daxuyaniya Tirkiyeyê da

Qûbad Talebanî îdiaya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ya ku gotibû, Yekîneya Dijî Terorê û endamên YPGyê li Balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyê bi hev re perwerde didîtin, red kir.

21.09.2023, Per - 06:15

Qûbad Talebanî li ser êrişa balafirgeha li Silêmaniyê bersiva daxuyaniya Tirkiyeyê da
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî li Hewlêra paytext bi şandeyeke Yekîtiya Ewropayê re civiya.

Qûbad Talebanî diyar kir ew hêvî dikin ku êrişa li ser Balafirgeha Erbetê dubare nebe.

Talebanî diyar kir ku ev êriş rûdaneke metirsîdare û hêzên Yekîneya Dijî Terorê yên Kurdistanê kiriye armanc.

Talebanî tekez kir ku ev hêz pêkhateyeke fermî ye û 20 sal in di şerê li dijî terorê de hevpeymanê sereke yê Hêzên Hevpeyman e.

“Ji xeynî wan tu hêzeke din li balafirgehê nebû”

Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew bi tundî behaneyên êrişê red dike û got:

“Kesên ku di êrişê de şehîd ketine û birîndar bûne, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û endamên Yekîneya Dijî Terorê bûn.

Ji xeynî wan tu hêzeke din li balafirgehê nebû.”

Talebanî ji Hikûmeta Îraqê, Hêzên Hevpeyman û Yekîtiya Ewropayê xwest ku serweriya Îraqê biparêzin û rê li dubarebûna van êrişan bigirin.

Çi bûbû?

Roja duşemê danê êvarê demjimêr derdora 16:45an dronekê, balafirgeha li navçeya Erbetê ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Di bombebaranê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê ya Pêşmergeyan şehîd ketibûn û 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Di dema ku bertekên Herêma Kurdistan û Îraqê yên li ser êrişê berdewam dikirin Berdevkê Fermandehiya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yahya Resûl ragihand ku êriş bi dronên ku ji Tirkiyeyê derbasî esmanê Îraqê bûne hatiye kirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihandibû:

“Hat zanîn ku di dema teqîna li balafirgeha Silêmaniyê de endamên Yekîneya Dijî Terorê ya YNKyê bi endamên PKK/YPGyê re perwerde didît.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 406 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:43:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x