Li taxa Ortakoya Stenbolê, di hola şahiyan a Reinayê de êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da û 65 kes jî birîndar bûn.
Di êrişê de kesekî ji Hewlêrê bi navê E.A jî cane xwe ji dest da.
Hevalekî E.A ji Rûdawê re wiha got: “Ji bo sersalê çû bû Stenbolê lê bû hedefa êrişê. Li gel wî kesên din ên ji Başûrê Kurdistanê hebûn. Ew jî birîndar bûne.”
Hevalê E.A ku nexwest navê wî bê diyarkirin wiha domand: “E.A sala 1994ê jidayîk bibû. Li Zanîngeha Cîhan a Hewlêrê dixwend. Bavê wî ji bo wergirtina cenazeyî çû Stenbolê.”
Wezîrê Karên Navxweyê yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku 16 kesên canê xwe dest dane biyanî ne.