Îran li Herêma Kurdistanê Borsayê vedike

Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ji bo pêwendiyên bazirganên her du aliyan Borseyekê vedike.

23.12.2016, Cum - 19:47

Îran li Herêma Kurdistanê Borsayê vedike
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre Rêvebirê Giştî yê Çandiniya Silêmaniyê Şemal Cemal, Komara Îslamî ya Îranê borseyeke bazirganiyê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê vedike.

Hat diyarkirin ku mebesta vekirina vê borseyê hêsankarî ji bo bazirganên kurd û îranê û bihzêkirina têkiliyên bazirganî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê ye. '

Dê Bankayek Jî Were Vekirin

Rêvebirê Giştî yê Çandiniya Silêmaniyê Şemal Cemal daxuyakirin, hefteya borî di serdana şandeke berpirsên Komara Îslamiya Îranê de, wan behsa projeya vekirina borseyê li bajarê Silêmaniyê kiriye û wiha axivî:

"Eger ew vê projeyê vekin, hêsankariyeke mezin bo bazirganên Silêmaniyê tê kirin, lewra ji niha û pê ve, li cihê ku bazirganên kurd bo anîna kelûpelan serdana wî welatî (Îranê) bikin, di borseyê de nimûneyên wan kelûpelan hene û dikarin rasterast daxwaza wan bikin û bazirganên îranî jî dê heta ser sînor wan tiştan bişînin."

Herwiha hat ragihandin ku dê di nava wê borseyê de bankayek jî were vekirin û bazirganên kurd dikarin pereyê kelûpelên xwe bi rêya wê bankê ji bazirganên îranî re bişînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1669 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:34:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x