Rekora cîhanê ya qedexeya derketina derve di destê Sûrê de ye

Encamê şerê di navbeyna PKK û hêzên ewleyîyê yên dewleta Tirk de, rekora cîhanê ya qedexeya derketina derve xist destê Sûr a Diyerbekrê de.

20.08.2017, Paz - 12:39

Rekora cîhanê ya qedexeya derketina derve di destê Sûrê de ye
Nuçe Belav bike

Ligor rapora Weqfa Mafê Mirov a Tirkiye (TIHV), qedexeya derketina derve di 8 kolanên Sûr a Diyarbekrê de ya 1 sal 8 meh û 23 rojan, rekora cîhanê ya qedexeya derketina derve ye.

Piştî bidawî hatina “Pêvajoya Çareseriyê” bakurê Kurdistanê bû qada şer di navbeyna hêzên PKK û hêzên ewleyî yên Tirkiye de û bi sedhezaran hevwelatiyên Kurd bûn qurbana vî şerî. Kuştin, teqîn, wêranî, derbederî…

Dewleta Tirkiye wekî metodek a îzolekirina PKK, qedexe li Kurdistanê bi awayek berfereh bikar anîn, ku hevwelatî tadeya mezin ji vê siyasetê dibînin.

Nayê çaverêkirin di demek nêzîk de, siyaseta qedexeyan û şerê di navbeyna PKK û Tirkiye bidawî bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1147 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:12:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x