Îro 30.08.2023yê endamê Parlamentoya Kurdistanê yê berê Seîd Herkî ji Ajansa BasNewsê re ragehand: ‘’31ê Tebaxê roza azad kirina Herêma Kurdistanê ye. Ew bi siyaseta hekîmane ya PDKê ku di wê rojê de sala 1996ê Hewlêr û Kurdistan ji diz, çete, rêgir û wan hemûyan rizgar bû, bibûn cehşên dijmênên kurd û pasdarên Îranê anîbûn bo jinavbirina pêkhateya Kurdan.’’
Herwaha got: ‘’31ê Tebaxê rojekî dîrokî ye. Dehf kirina fesad a bi destê fesadekeî din e. Ji ber berî 31ê Tebaxê bi hewkariya aliyekî siyasî yê Kurdistanê ku diyare ew alî kî ye, dixwastin Kurdistanê bi temamî radestî welatekî cîran bike û kurd rastî zulm û zordarî û serkutiyê bibin û pêşengtî ji bo dijmin dikirin.’’
Herwaha got: ‘’Ev herême ku bi berhemê xwîna hezaran şehîd û enfal û bêserûşûnbûyên Kurdistanê hatiye ava kirin, kêm mabû linavbibin. Lê wekî çawa hemû car û her demekî ku kurd rastî belayên waha tên, Serok Barzanî û rêveberiya PDKê mil didin ber wê rewşa giran ku kurd jê rizgar bibin. Lê xelkê din jî berdewam di eniya dagirker û neyarên Kurdistanê de bûn û wê demê jî heman rewş pêkhat.’’
Seîd Herkî got: ‘’Dikarim bibêjim 31ê Tebaxê Raperîna duyem a gelê Kurdistanê bû, ji bo rizgarkirina pêkhateya Kurdistanê ji wan planên derve yên hatibûn darêjandin. Em dibînin piştî 31ê Tebaxê Herêma Kurdistanê ber bi çi xweşiyekî ve çû û Kurdistan ber bi vejîneke mezin ve pêngav avêtin û guhertinên gelek mezin li Kurdistanê pêkhatin.’’
Seîd Herkî got, sûd wergirtina ji artêşa Iraqê, ji bo rizgar kirina Kurdistanê ji dest wê hêza biyanî ya ku YNKê anîbû navçeyê bû û ev kareke serkeftî yê PDKê bû, ku karî wê hêzê bike kirêgirtiyê xwe û Kurdistanê pê rizgar bike û piştre jî ew hêzane bê ku yek bihustekî axa Kurdistanê ya azad kirî bimînin vegeriyan cîhê xwe û êdî piştî wê jî careke din çavê wan bi Kurdistanê neket û ev serkeftinekî herî mezin e.