Şer li Xezeyê, êriş li Kurdistanê

Yek ji çar êrişên li Îraqê yên piştî şerê Hemas û Îsraîlê, li Herêma Kurdistanê pêk hatine.

26.11.2023, Paz - 18:46

Şer li Xezeyê, êriş li Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşînê şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, grûpên Şîe yên li Îraqê gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê dikin.

Lê yek ji çar êrişên li seranserê Îraqê, li Herêma Kurdistanê pêk hatine.

Amerîka jî hinek caran bersivê dide van êrişan û bersiva xwe ya herî xurt 22ê vê mehê li Babîlê da.

Amerîkayê li nahiyeya Curf Sexriyê ya Babîlê baregeha Heşda Şebiyê bombebaran kir.

Heşda Şebiyê wêneyên 8 çekdarên xwe belav kirin û da zanîn ku her 8 di vê êrişê de mirine.

Lêkolînerê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Navenda Stimsonê Kawe Hesen, di podkasta “Rûdawî Îraq”ê de amaje pê kir ku Amerîkayê bi vê êrişa xwe peyamek daye grûpên Şîe.

Kawe Hesen amaje pê kir ku kontrola Îraqê li ser van grûpan nîne û haya Amerîkayê ji vê yekê heye.

Herêma Kurdistanê dibe armanca êrişan

Grûpên Şîe yên nêzîkî Îranê ku ji xwe re dibêjin “Berxwedana Îslamî ya Îraqê”, ji 18ê Çiriya Pêşînê heta 23yê Çiriya Paşînê 67 caran êrişî hêzê Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyên Berxwedana Îslamî ya Îraqê, 16 ji van êrişan li Herêma Kurdistanê pêk hatine.

Ev êrişên li Herêma Kurdistanê bi taybetî jî li Hewlêrê pêk tên.

Herî zêde jî Balafirgeha Herîrê ya li Hewlêrê û derdora Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê dibin armanca êrişan.

Van grûpên Şîe herwiha li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 33 caran êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Şerê giran bi dronên erzan

Grûpên Şîe yên li Îraqê piraniya van êrişên xwe bi dronan pêk tînin.

Pisporê leşkerî Serwer Berzencî, di podkasta “Rûdawî Îraq”ê de wiha behsa sedemên vê yekê kir:

“Dron li gorî balafirên şer erzan in, bikaranîna wan hêsan e û bêyî sîstemên parastinê yên hewayî bi wan bihisin êrişên xwe pêk tînin.”

Serwer Berzencî herwiha destnîşan kir ku ev grûp van dronan ji Îranê dikirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:45:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x