Serkirdeyekî Çarçoveya Hevahengiyê: Sûdanî dê serdana Kerkûkê bike

Serkirdeyekî Çarçoveya Hevahengiyê aşkere dike, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê di demeke nêzîk de serdana Kerkûkê bike.

07.09.2023, Per - 06:13

Serkirdeyekî Çarçoveya Hevahengiyê: Sûdanî dê serdana Kerkûkê bike
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê di Çarçoveya Hevahengiyê de Cebar Awda ragihand, Sûdanî dê di demeke nêz de serdana Kerkûkê bike û nexşerêyeke niştimanî ji bo bidawîkirina pirsgirêkên li bajêr rabigihîne.

Awda got jî, Sûdanî ji bo rawestandina aloziyên di van rojên dawî de, bi fermandarên ewlehiyê û aliyên hikûmî yên Kerkûkê li ser xeta bû, ji ber wê jî tê çaverêkirin di demeke nêzîk de serdana wî bajarî bike û ligel aliyên siyasî bicive û çend biryarên girîng derbarê pirsa Kerkûkê de bide û nexşerêyeke niştimanî ji bo bidawîkirina qeyranê rabigihîne.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 5 rojan rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn, welatiyên Kurd ên Kerkûkê roja 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan dan û daxwaza vekirina rê kirin.

Hêzên ewlehiyê jî bi guleyan destêwerdana xwepêşandana Kurdan kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:34:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x