Çend roj berê şandeka Brîtanya bi serokatiya berpirsê karûbarên Afrîqa û Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Brîtanya de, Tobias Ellwood li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin kiribû. Di wê hevdîtinê de şanda mêvan bi Barzanî re li ser şerê DAIŞê, rola Pêşmerge di wî şerî de gotûbêj kiribû.
Di civînê de Barzanî bi nexşê behsa şerê DAIŞê û Mûsilê ji şanda mêvan re kiribû.
Lê rojnameya Tirkiyê ya bi navê “Millî”, ew nûçeye bi awayekî din şirove kiriye û belav kiriye.
Li gorî wê rojnamê, şanda Brîtanî û Barzanî “civînek taybet” li ser dariştina nû ya nexşeya Rojhilata Navîn kirine û behsa referandom û dewleta Kurdistanê kirine.
Di şiroveya rojnameya Millî de hatiye gotin ku serdana wî rayedarê derve yê Brîtanya bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina wî bi Barzanî re “bûye sebeba nîgerniya hemû welatên îslamî yên deverê!”