Serok Barzanî: Cîhan bo têkbirina terorê pêwîstiya xwe bi gelê Kurdistanê heye

Serokê herêma Kurdistanê radigehîne ku cîhan bo têkbirina terorê pêwîstiya xwe bi gelê Kurdistanê heye.

31.01.2017, Sal - 11:17

Serok Barzanî: Cîhan bo têkbirina terorê pêwîstiya xwe bi gelê Kurdistanê heye
Nuçe Belav bike

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê, ku wêneyekî ji BasNewsê re hatiye rêkirin de îro 31.01.2017ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel şandeke encûmena niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS)ê û partiyên wê civiya.

Di civînê de şandeya ENKSê behsa pêşhateyên dawiyê yên rewşa Kurdistana rojava kirin û encamên civîna Astanayê yên derbarê daxwazên rewa yên gelê kurd li Sûriyê ronî û gotûbêj kirin.

Şandeya ENKSê li gel spasî li Mesûd Barzanî kir, ji ber piştevaniyên wî yên hêzên resen û niştiman perwer ên kurd li Sûriyê, daxwaz ji Barzanî kirin ku têbinî û çavdêriyên xwe yên derbarê pêşhateyên Sûriyê û paşeroja kurd li wî welatî vebêje.

Serokê herêma Kurdistanê di civînê de behsa pirsa serxwebûna Kurdistana başûr, dîtinên welatan bo gelê Kurdistanê, Pêşmerge û eger û pêşhateyên siyasî li Sûriyê xiste ber gotûbêjê.

Herwaha Mesûd Barzanî balkêşa ser metirsiyên teror û cudakirinên şerê dijî teror li şerê tayfeyî li navçeyê û ragehand: ‘’Cîhan bo têkbirina terorê û bo têkbirina hizra terorê pêwîstiya xwe bi gelê Kurdistanê ye û Kurdistan jî ti demekê dê nebe beşek ji şerê tayfeyî yên li herêmê de ye.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1019 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:00:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x