Şanda Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê (ya şîeyan) bi serokatiya Emar Hekîm ji bo avakirina iraqeke bihêz, hêj ji Kurdan bêhêvî nebûye. Hekîm di serdana xwe ya bo Kurdistanê de hewl da ku piştgiriya Hewlêrê bo projeya rizgarkirina Iraqê bi dest bixe û ji şîeyan re bêje: “Ez dikarim kurd vegerînim Bexdayê, çimku niha di nav şîeyan de milmilaniyeke tund heye. Baskê Nûrî Malikî û Muqteda Sedir ligel şanda Hekîm nebûn û nehtaibûn Hewlêrê. Malikî û Sedir jî bi tundî li dijî hev in”.
Emar Hekîm yek ji diyartirîn kesayetên nav şîeyan, projeya rizgarkirina Iraqê bi xwe re anîbû da ku piştgiriya hin aliyên kurdistanî bi dest bixe. Wan daxwaz ji kurdan kir, ku vê gavê behsa cudabûnê nekin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji çavkaniyekî agahdar ve bi dest xistiye, gotûbêja navbera şanda Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê ya şîeyan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek zelal û aşkere bû.
Emar Hekîm ku serokatiya Encuena Bilind a Îslamiya Iraqê jî dike, projeyek derbarê iraqa pêşerojê de pêşkêşî Mesûd Barzanî kir. Hekîm daxwaz ji Barzanî kir, roleke bi bandor di serxistina wê projeyê de bibîne, lê belê Barzanî hin aliyên şîe bi wê yekê tohmetbar kiriye, ku ew sedema perçebûna Iraqê ne û zirar gihandine yekrêziya navbera kurd û şîe.
Hevpeymaniya navbera kurd û şîe, heta wê dema ku Nûrî Malikî bo cara duyem bû Serokwezîrê Iraqê, bihêztirîn hevpeymanî bû li Iraqê, lê belê piştî sala 2013ê pirsgirêk gihîştin wê astê ku di meha Sibata 2014ê de bi biryareke Malikî, pişka bûdceya Kurdistanê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hatin qutkirin.
Di Îlona sala 2016ê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Bexdayê kir û li Bexdayê û bo yekemîn car bi şêweyekê fermî mijara cudabûna Kurdistanê bi rayedarên Iraqê re anî rojevê û ligel Hevpeymaniya Niştimanî ew mijar gotûbêj kir.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên ku di civîna Barzanî û şanda Hevpeymaniya Niştimanî de beşdar bûye, ji Rûdawê re behsa projeya wê şanda iraqî kir û û got: “Şanda Hvepeymaniya Niştimanî gotin, em dixwazin li Iraqê dewleta hevwelatîbûnê ava bikin”.
Derbarê bersiva Barzanî de, Fuad Hisên got: “Barzanî got gelek zehmet e careke din kurd ezmûneke şikestxwarî ya ligel Iraqê dubare bike, em bi keyfa xwe hatin nava Iraqê û em dê bi keyfa xwe jî jê derkevin. Rêyên din hene, ew jî ew e ku em ji hev re du cîranên baş bin”.
Lê belê şanda şîe ji Barzanî re gotiye, ku kurd li ser mijara cudabûna ji Iraqê yekdeng nînin û hemû aliyên kurdî behsa serxwebûnê nakin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser wê yekê ji Rûdawî re dibêje: “Gelek gengeşe hat kirin. Barzanî ji aliyê şîe re got, ji aliyê hin kesan ve belê destwerdan di nava mala kurd de hebûye û wan xwestine, ku kurd perçe perçe bikin, lê belê ew yek serkevtî nabe”.
Nebûna yekdengî di nava kurdan de li ser projeya serxwebûnê li cem şîeyan, tiştek nî nîne, her ji ber wê jî Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî çend roj berî niha di hevpeyvîneke televizyonî de ragihandibû: Hin aliyên kurdî hene ku ligel serxwebûna Kurdistanê nînin.
Serokê Fraksyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di parlamentoya Iraqê de, Musena Emîn ji Rûdawê re ragihand, aliyên şîe bi başî ji rewşa navxwe ya Kurdistanê têgihîştine. Musena Emîn got: “Aliyên şîe xala lawaz a kurd dizanin. Ew dizanin, ku eger aliyek behsa serxwebûnê dike, aliyê din berovajiyê wê diaxive”.
Endamê şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya şîeyan, Hemîd Muela jî li ser hevdîtina wê şanda li gel Barzanî ji Rûdawê re axivî û diyar kir, ku di civînê de behsa dosyaya cudabûna Kurdistanê ji Iraqê hat kirin.
Hemîd Muela got: “Rast e, dosyay serxwebûna Kurdistanê hat gotûbêjkirin, lê belê em di wê baweriyê de ne ku hêj zû ye ku kurd wê daxwazê bikin”.
Muela tekez kir: “Em hatibûn da ku behsa iraqa piştî DAIŞê bikin, divê me projeyeke siyasî hebe ku em çawan Iraqê ji dabeşbûnê rizgar bikin û pêgeha Iraqê bihêz bikin”.
Serokê Fraksyona Yekgirtûyê di parlamentoya Iraqê de Musena Emîn daxwaz dike, eger kurd projeya şîeyan qebûl kir, nebin rizgarkerê Iraqê, çimku bi gotina wî, ji bo kurd baş nîne ku barê herrifî û xwar ê Iraqê rast bike.
Musena Emîn ku hevdem endamê serkirdatiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ye jî, di wê baweriyê de ye, ku arîşeyên Iraqê ewqas mezin in ku bi ti alî û kesî nayên çaresekirin.
Emîn di wê bareyê de dibêje: “Arîşeyên Iraqê hêsan înin ku bêne çareserkirin. Bo çareseriya wan arîşeyan jî tenê du rê hene; yan dabeşbûn, yan dabeşbûn”.