Rojnameya Lîmond ya Frensî, hevpeyvîneka dirêj digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kirîye û têda, aşkere kirîye ku herêm û Bexda rêkevtineka li dor Mûsil a piştî Daişê heye, lê pêwîste komîteyeka bilind ku nûneratîya hemû alîyan bike, ji bo birêvebirina Mûsilê bê pêk anîn û pêwîste bê zanîn jî berîya Daişê, 300 hezar Kurd li Mûsilê jîyan dikirin û Kurd piranîya civata parêzgeha Neynewa pêk tînin.
Serokê herêmê behsa pirsgirêkên navxwe yên herêmê jî kir û got: li meha Îlona îsal, helbijartinên serokayetî û perlemanî dê li herêmê bên kirin û dengên welatîyan baştirîn çarene daku bizanîn kî ji hejî desthilatdarîyê ye, lê bi çi rengan ew xwe berbijar nake û dê piştevanê her kesekî be ku bi dengên welatîyan bibe serok.
Barzanî derbarê referandum û serxwebûna Kurdistanê jî got: piranîya gelê Kurd digel wê yekê ye, refrandum baştirîn çareye bo bi dawî anîna pirsgirêkên digel Bexda û got jî: êdî ew dê hemû demê xwe bo serxwebûna Kurdistanê terxan bike.