Serok Barzanî û Federica Mogherini civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Davosê bi Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini re hevdîtin pêk anî û di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamiya alîkariyên Yekîtiya Ewropa bo Kurdistanê û Hêza Pêşmerge hat kirin.

19.01.2017, Per - 18:06

 Serok Barzanî û Federica Mogherini civiyan
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku di Korbenda Aboriya Davosê de beşdar e, li ser hevdîtin û pêwendiyên xwe yên dîplomatîk berdewam e.

Di kevana Korbenda Aboriya Davosê de, îro pênşemî Mesûd Barzanî bi Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de naveroka gotûbêjên Barzanî û Mogherini aşkere kir û ragihand, Barzanî û Mogherini di vê hevdîtinê de derbarê şerê li dijî DAIŞê, rewşa herêmê bi tyabet piştî şer û herwiha paqijkirina deverê ji DAIŞê de, bi hev re gotûbêj kirin.

Herwiha Barzanî û Mogherini behsa alîkariyên Yekîtiya Ewropa bo Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge jî kirin û tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna wan alîkariyan kirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, ku Serokê Herêma Kurdistanê û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li ser rewşa koçberan jî axivîn û behsa alîkariyên mirovî yên ji bo koçberan jî kirin.

Roja sêşemiya vê hefteyê 17ê Çileya 2017ê, 47emîn Korbenda Aboriya Cîhanê li bajarê Davosê yê Swîsê di bin navnîşana Bersivdan û Berpirsatiya Serkirdeyan de, dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja duşemiyê 16ê Çileya 2017ê, bi mebesta beşdarbûn di Korbenda Davosê de, ji Kurdistanê berê xwe dabû Ewropayê.

Serok, Serokwezîr, Wezîr, kesatiyê navdarên û 750 pisporên ji 90 welatên cîhanê di Korbenda Davosê dicivin û gotûbêjê li ser mijarên weke hejarî, guhertina keşuhewayê, çekên kîmyayî, bizavên popolîstî û qeyrana koçberan dikin.

Herwiha 500 rojnamevan ji seranserî cîhanê rûmala birêveçûna 47emîn Korbenda Aboriya Davosê dikin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1742 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:04:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x