Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 9ê Çileya 2024ê) li pêşwazî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowell û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Mark Straw jî amade bû, pêşhat û guhertinên dawî û metirsiya terorê li Iraq, Sûriye û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, metirsiyên serîhildana DAIŞê hat gotûbêjkirin û bi giring hat dîtin ku tedbîrên pêwîst ji bo şerê li dijî terorê werin standin.
Di beşeke din civînê de, ronahî hate xistin ser berdewamiya hevahengiya di navbera hêzên Hevpeymanan, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de. Her wiha tekezî li ser berdewamiya karê hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê hate kirin, ji bo nehiştina metirsiya serîhildana terorîstan û parastina ewlehî û aramiyê li navçeyê.