Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo rojnameya La Stampa ya Îtalyayî axivî û rewşa Rojhilata Navîn a niha şiband perçebûna Çekoslovakya û Yugoslavyayê. Barzanî di axaftina xwe de got, "Gelên Ewropaya Rojhilat çawa bûn xwediyên dewletên xwe, mafê Kurdan jî heye ku bibin xwedî dewlet."
Mesûd Barzanî li hevgirtina axa Iraqê daxuyand ku daxwaza parastinê ya hevgirtina axa Irraqê heye û wisa berdewam kir, "Lê rastî didin nîşan ku Iraq ji ber pirsgirêkên bêçareserî perçe bûye. Sunnî û Şîa ev hezar û 400 sal in şerê hev dikin û qurbaniyên vî şerê wan jî em Kurd in. Divê formulekî nû yê bihevrebûnê were dîtin."
Barzanî li ser delwetbûn û serxwebûna Herêma Kurdistanê û bandora wê ya li ser Îran, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê jî ev tişt gotin, "Serxwebûna Kurdistanê wê li vê herêmê rewşeke bi îstiqarar pêk bîne. Me têra xwe xwîn û bêedaletî dît. Civaka me xwe dispêre serdestiya hiqûqê, rêzgirtina li qayideyên demokratîk, bihevre jiyana nasnameyên cuda û pirpartîbûnê. Em ji bo kêmkirina qeyranên li Rojhilata Navîn dikarin tevkariyê bikin. Wê ev ji bo berjeqendiyên hemû kesan be."
Serokê Herêma Kurdistanê li ser pirseke ‘xweseriya we dikare rê li ber xweseriya Kurdistana Sûriyeyê veke' jî got, "Ev pêkan bû lê mixabin ew derfet ji dest çû."
Barzanî di derbarê sedema vê yekê de jî wisa berdewam kir: "Ji berk u YPGê alîkariya PKKê qebûl kir. YPGê alîkariya rejîma Beşar Esad jî qebûl kir. Ev yek ew j ime dûrxistin. Ez hêvî dikim ku wê fikirên xwe biguherînin lê ev polîtîkayên wan ên şaş siberoja Kurdên li Sûriyeyê dixe ber rîskê. Ev rewş tenê li gorî berjewendiyên PKKê ye."