Serok Barzanî: Nabe ku hêzeke neyasayî li Şingalê bimîne

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna xwe ya li gel mîrên êzidiyan û endamên Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan diyar kir ku heta hêzeke neyasayî li Şingalê bimîne, ne pêkan e devereke wir were avakirin.

17.03.2017, Cum - 14:10

Serok Barzanî: Nabe ku hêzeke neyasayî li Şingalê bimîne
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel mîrên êzidiyan û endamên Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan civiya û di civînê de got, "Ew hemû hewildanên xwe ji bo ku Şingalê bikin parêzgar didin."

Barzanî bal kişand ser ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û saziyên navdewletî ji bo avakirina Şingalê dixebitin û derbirî ku divê hêzên girêdayî PKKê navçeya Şingalê biterîkinin.

Mesûd Barzanî di axaftina de da zanîn ku ew êş û azara êzidiyan wek êş û azara tevahiya gelê Kurdistanê dizanin û dest nîşan kir ku ji bo azadkirina Şingalê bi sedan pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser hebûna hêzeke din a li Şingalê got, "Heta ku dezgehên fermî li navçeyê hebin û hêzên pêşmerge lê hebin, nabe ku hêzeke din li navçeyê be û rê li ber avakirina Şingalê bikire."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1092 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:13:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x