Serok Barzanî û Serokomarê Fransa Hollande îro dicivin

Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Fransa dike û ligel Serokomarê Fransayê François Hollande dicive.

21.02.2017, Sal - 06:09

Serok Barzanî û Serokomarê Fransa Hollande îro dicivin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên berdest, îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Parîsê dike û li koşka Elysee ji aliyê Serokomarê Fransayê François Hollande ve tê pêşwazîkirin. Serdana Barzanî bo Fransayê, piştî Konferansa 53yemîn a Ewlehî ya Cîhanê li Munihê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji terefê Serokomarê Fransayê François Hollande ve hat vexwendin. Tê çaverêkirin, di civîna Barzanî û Hollande de dawî pêşhatên şerê DAIŞê, operasyona rizgarkirina Mûsilê û hevkarîkirina zêdetir ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê were gotûbêjkirin.

Serdana Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Parîsê û civîna ligel Serokomarê Fransayê François Hollande tê jî ku roja 2ê Berfenbara îsal Holand serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Barzanî civiya, piştre jî serdana çeperên Pêşmerge kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x