Serok Barzanî bi boneya damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir

"Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê biryareke girîng û bi bandor bû."

21.09.2022, Çar - 08:25

Serok Barzanî bi boneya damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya derbasbûna 52 sal di ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê re, peyamek belav kir û diyar kir, damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê biryareke girîng û bi bandor bû.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi helkefta derbasbûna pencî û du sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê dikim.”

Di peyamê de hatiye destnîşankirin: “Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi rênîşandan û raspardeya cenabê Barzaniyê Nemir biryareke girîng û karîger bû, ji bo bihêzkirina rola mamostayên olî li Şoreş û xebata gelê me û her wiha belavkirina dîndarî û xwedanasî û kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û rûbirûbûna hizra tundrewiyê. Li gel eve da jî rol û qurbanîdana mamostayan û zanayên mezinên Kurd yên ola Îslamê li pêşxistina nermî û hizra neteweyî û nîştimanperwerî û redkirina jêrdestiyê li dîroka mîlletê me da gelek ber bi çav bûye û bi piştrastiyê ve ew rol li qonaxa niha û paşerojê de jî girîng û bi bandor dimîne.”

Serok Mesûd Barzanî diyar kir: “Di vê salvegerê de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim. Xwedayê mezin pişt û penayê me hemû aliyek be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:20:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x