Serok Barzanî di peyama xwe ragihand, “Bi boneya şêstemîn salvegera damezrandina Dengê Kurdistanê, pîrozbahiyê li rêveber û xebatkarên Dengê Kurdistanê û hemû têkoşerên ku di dema borî de bûne dengê şoreş û têkoşîna gelê Kurdistanê, dikim.”
Serok Barzanî dibêje: “Damezirandina Dengê Kurdistanê şoreşek û xaleke werçerxanê bû ji bo gihandina dengê gelê me yê rewa û di heman demê de bû çavkaniya îlham û zelaliyê ji bo şoreşger, Pêşmergeyên qehreman, rêxistinên hizbî û hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê û roleke bibandor di gihandina peyama şoreşê bo tevahiya Kurdistanê, herêmê û cîhanê de lîst.”
Serok Barzanî got jî: “Rola Dengê Kurdistanê di qonaxên cuda yên şoreşê de her tim di bîranîna me de dimîne. Hêvîdar im niha jî bi henasekeye nû û bi teknîk û rêbazên nû, li ser parastina mafên gelê Kurdistanê û parastina resenî, çand, pêkvjiyana û niştimanperweriyê di nav gelê Kurd de berdewam be.