Serok Barzanî: Êdî kes nikare ji bo nehiştina Kurdistanê hewl bide

Serok Barzanî got ku “Kurdistan berhema têkoşîna gelê Kurd e û êdî kes nikare ji bo nehiştina Kurdistanê hewl bide.”

22.08.2023, Sal - 06:33

Serok Barzanî: Êdî kes nikare ji bo nehiştina Kurdistanê hewl bide
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî ev çend roj in li Dihokê û navçeyên wê bi xelkê re dicive.

Serok Barzanî alim, rûspî û karsazên Dihokî re civînek li dar xist.

Serok Barzanî di vê civînê de axaftinek kir û bal kişande ser rewşa siyasî ya herêmê.

“Rêya serkeftinê yekîtî ye”

Yekîtiya di nav partiyên siyasî yên Kurdan de xalek ji yên sereke ya axaftina Serok Barzanî bû.

Serok Barzanî amaje pê kir ku rêya serkeftinê yekîtî ye û got:

“Şertê sereke yê yekîtiyê ev e ku hemû alî ji doza gelê Kurd a rewa û kamiraniya gel bawer bikin.”

“Mixabin niha jî rêzê li destûrê û peymanan nagirin”

Serok Barzanî bi bîr anî ku Îraqê di maweyê sedsala borî de hewl daye ku gelê Kurd nehêle lê piştî 2003yan rewş guheriye û niha ji bo lihevkirinê derfetek heye û berdewam kir:

“Lê mixabin niha jî rêzê li destûrê û peymanan nagirin. Hîn jî hewl didin ku Herêma Kurdistanê bi rêya yasayan qels bikin lê Kurdistan, berhêma têkoşîna gelê Kurd e û êdi kes nikare ji bo nehiştina Kurdistanê hewl bide.”

Serok Barzanî da zanîn ku divê gelê Kurdistanê pişta xwe bi xwe qewîn bike û ragihand ku hikûmet ji bo berfirehkirina çavkaniyên dahatê projeyan çêdike.

“Hewl didin li Kurdistanê tovê bêhêvîbûnê biçînin”

Serok Barzanî da zanîn ku hinek hewl didin li Kurdistanê tovê bêhêvîbûnê biçînin û hesta niştimanpwerweriyê ji holê rakin.

Serok Barzanî herwiha bal kişande ser belavbûna metirsiya madeyên hişbir û ji mamoste û aliman xwest ku li dijî vê yekê hizra neteweyî berbelav bikin.

Serok Barzanî di dawiya civînê de guh li gilî, gazin, xwestek û pêşniyariyên xelkê girt û bersiv dan pirsên wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:23:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x