Serok Barzanî gehişt Bexdayê

Serok Barzanî ji bo cara yekê piştî şeş salan gehişt Bexdayê, biryar e bi Serokwezîrê Îraqê û berpirsên siyasî yên wî welatî re hejmareke hevdîtin û civînan bike.

03.07.2024, Çar - 12:44

Serok Barzanî gehişt Bexdayê
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro seet 11:20 ê berî nîvro bi hevaltiya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Cîgirên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm û Fuad Hisên û hejmareke berpirsên hikûmî û siyasî yên Îraqê ve hat pêşwazîkirin.

Ew şanda hevaltiya Serok Barzanî ji bo Bexdayê dike ji Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Şêwirmendê Serok Barzanî Erefat Kerem Stûnî, Endamên Mekteba Siyasî ya PDKê Azad Berwarî û Hêmin Hewramî, Berdevka Baregayê Bazirganî Xelîda Xelîl û hejmareke din a berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, Serok Barzanî li bajarê Bexdayê hejmareke civînan bi aliyên fermî û siyasî yên Îraqê re dike û dê hevdîtin bi serkirdeyên siyasî re hebin. Serok Barzanî seet 01:00 ê piştî nîvro bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re û seet 02:00 jî bi Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re dicive.

Li dû karnameya wê serdanê, Serok Barzanî îro li Bexdayê ev civîn hene:

1.  Bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re.

2.  Bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re.

3.  Bi Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî re.

4.  Bi Serokê Civata Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan re.

5.  Bi berpirsên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê re.

6.  Bi berpirsên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê re.

7.  Bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm re.

8.  Bi Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Suneyan Xemîs Xencer re.

9.  Bi Serokê Hevpeymaniya Teqedumê ya Suneyan Mihemed Helbûsî re.

10.Bi balyozên Amerîka, Fransa, Rûsya, Îran, Brîtanya, Tirkiye û balyozên welatên Erebî li Îraqê re.

11.Bi hejmareke din a berpirs û serkirdeyên siyasî û hizbî yên Îraqê re.

Piştî derbazbûna nêzî şeş salan, careke din Serok Barzanî ji bo danûstandinan li ser çend pirsên girêdayî Herêma Kurdistanê û Bexdayê û lihevnêzîkkirina aliyên Îraqê serdana Bexdayê kir.

Pirsa mûçeyan, pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê, doza Şingalê û hilbijartinên Serokê Civata Nûnerên Îraqê dê hin mijarên giring ên wan civînan bin.

Serdana Serok Barzanî ji bo çarekirina çend pirsên navbera Şîe û Suneyan e, ku her car di rewşên wesa de Serok Barzanî navbeynkarî jê re kiriye.

Herwesa armanca serdana Serok Barzanî ji bo vedîtina çareseriyên guncayî û bidawîhatina biyekcarî ya arêşeyên hilawîstî yên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û danûstandinên li ser çend pirsên navbera aliyên Sune û Şîeyên Îraqê ye.

Serdana Serok Barzanî herwesa ji bo danûstandinên li ser pişka budceya Herêma Kurdistanê, mûçeyên mûçexuran, qanûna petrol û gazê, hilbijartinan, pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê, hilbijartinên Serokê Civata Nûnerên Îraqê, doza Şingalê, pêkanîna Civata Bilind a Federalî û hejmareke pirsên din e.

Serok Barzanî rolekî mezin di lihevnêzîkkirina aliyên Îraqî de hebûye û di dema qeyranên mezin de rizgarker bûye. Ji bilî ku Sune û Şîe her car vedigerin aliyê wî, Barzanî rolekî mezintir jî di dahêlana rih û rîşalên pirinsîpa pêkvejiyanê de hebûye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 94 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:40:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x