Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr kir

Di hevdîtinê de tekezî li parastina pir olî û netewî û pêkvejiyana biratî ya pêkhateyan û garantîkirina seqamgîrî û asayîşê hat kirin.

20.12.2022, Sal - 13:21

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr Cho Kijoung kir û tekezî li parastina pir olî û netewî û pêkvejiyana biratî ya pêkhateyan û garantîkirina seqamgîrî û asayîşê hat kirin.

Di hevdîtinê de ku îro Sêşemê 20ê Berfanbara 2022yan li Selahedîn birêve çû, Konsulê Giştî yê Koreya Başûr pêzanîna xwe ji bo rola Serok Barzanî di parastina pêkhateyên olî û netewî û pir alî nîşan da û ragihand, ev yek ciwanî û hêz û dewlemendî daye Kurdistanê û herwiha ew hevsengiya ku di navbera pêkhateyan de heye, bûye sedema seqamgîriyê.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr pêzanîna xwe ji bo rola Pêşmerge jî di têkbirina DAIŞê de aniye ziman.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li parastina pir olî û netewî û pêkvejiyana biratî ya pêkhateyan û garantîkirina seqamgîrî û asayîşê kiriye.

Herwiha Serok Barzanî diyar kiriye ku divê hewlên ji bo rûbirûbûna terorê berdewam bin, ji ber ku li ser hemû navçe û pêkhateyan gef e.

Di dawiya hevdîtinê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x