Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî û ewlehî û dawî guhertin û pêşhatên deverê û herwesa rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê û metirsiyên di rêya seqamgiriya deverê de dike.

Serok Mesûd Barzanî duh (Çarşem, 12.02.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan danûstandin li ser rewşa siyasî û ewlehî û dawî guhertin û pêşhatên deverê û herwesa rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê û metirsiyên di rêya seqamgiriya deverê de kirin.
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û arêşeyên di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li hev guhertin.
Balyozê Brîtanyayê li Îraqê ku erkê wî bidawî hatiye xatira xwe ji Serok Barzanî xwast, û Serok Barzanî jî daxwaza serkeftinê jê re kir.