Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê dike û tekezê li ser giringiya pêşvebirina peywendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê dike.

10.06.2024, Pts - 10:06

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî duh 09.06.2024, pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Dorell kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye ku, di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û Rojhilata Navîn bi awayekî giştî û berbest û astengên di rêya seqamgiriya deverê de hat kirin.

Di wê hevdîtinê de her du aliyan bal kêşa sewer peywendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û berdewamî û pêşvebirina peywendiyên dostane yên navbera her du aliyan giring hatin dîtin.

Herwesa Serok Barzanî spasiya Fransayê kir û amaje da ku gelê Kurdistanê qet rolê dostane û erênî yê gel û Hikûmetên Fransayê ji bîr nake ku di qonaxên dijwar de dilsoz û piştevanên gelê Kurdistanê bûn, herwesa behsa helwesta Serok Fransua Miteran di piştgirî û xwedîderketina li gelê Kurd de li sala 1991ê û bizava wî ji bo derxistina biryara 688ê ya Civata Ewlehiyê û çêkirina devereke tena û parastina gelê Kurdistanê kir.

Li dawiya wê hevdîtinê behsa piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hat kirin ku biryar e îsal bê kirin û tekez li ser pêdivîtiya birêveçûna wê piroseyê bi awayekî pakij û zelal hat kirin.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:39:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x