Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşa herî mezin a siyasî, çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê bû

Serok Barzanî bi boneya salvegera 62yemîn a Şoreşa mezin a Îlonê, ku 11ê Îlona 1961ê destpê kiribû peyamek belav kir.

11.09.2023, Pts - 08:35

Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşa herî mezin a siyasî, çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê bû
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera 62yemîn a Şoreşa mezin a Îlonê, ku 11ê Îlona 1961ê destpê kiribû peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî waha ye:

Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban

Şoreşa Îlonê şoreşa herî mezin a siyasî, çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê bû, ku ji bo parastina nasname û berevanî kirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê û berqerarkirina demokrasiyê li Iraqê ye. Şoreşa mezin a Îlonê bi rêbertiya Barzaniyê nemir ezmûneke bê wêne ya xebat û tekoşînê bû ku hemû navçeyên cuda yên Kurdistanê û giştî çînên civakê û li gel pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê têde beşdar bûn.

Di salvegera şêst û duyem sala destpêkirina şoreşa Îlonê de pêzanînên min ji bo xebat û westandina hemû şoreşger û Pêşmerge û endamên şoreşa Îlonê heye, ku xwedî rolbûne di wê şoreşa mezin de û serbilindî ji bo gelê xwe tomar kirin.

Mesûd Barzanî

11ê Îlonê 2023

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 426 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:47:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x