Serok Barzanî û Eyad Elawî civiyan: Divê pirsgirêk werin çareserkirin

Serok Barzanî, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî qebûl kir.

18.09.2023, Pts - 07:25

Serok Barzanî û Eyad Elawî civiyan: Divê pirsgirêk werin çareserkirin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê, şandeyeke Hevpeymaniya Nîştimanî ya Îraqê ya bi pêşengiya Eyad Elawî qebûl kir.

Ofîsa Serok Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyek da û got:

“Di civîna li Pîrmamê pêk hat de rewşa dawî û geşedanên siyasî yên li Îraqê hatin gotûbêjkirin.”

Herwiha hat gotin ku pêvajoya siyasî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Hikûmeta Îraqê re hatin nirxandin.

Her du aliyan diyar kir ku beriya pirsgirêk kûr bibin divê bi rêya gotûbêjê werin çareserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 282 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x