Serok Barzanî û Wezîrê Pêşmerge civiyan

Wezîrê Pêşmerge encamên serdana şanda Wezareta Pêşmerge ya ji bo Brîtanya û Amerîkayê ji Serok Barzanî re ragihand.

10.08.2022, Çar - 15:09

Serok Barzanî û Wezîrê Pêşmerge civiyan
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 10ê Tebaxa 2022yan li Selaheddîn pêşwaziya Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl kir.

Di hevdîtinê de ku Serokerkanê Pêşmerge Îsa Uzeyr jî amade bû, Wezîrê Pêşmerge encamên serdana şanda Wezareta Pêşmerge ya ji bo Brîtanya û Amerîka û hevdîtinên wan yên li gel rayedarên siyasî û serbazî yên wan du welatan ji Serok Barzanî re ragihand.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi tevahî piştgîriya xwe ji bo bername û rêkarên reform û çaksaziyên di nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ragihand û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û di vî derbarî de şîret û rênîşan û berçavroniyên pêwîst pêşkêş kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:16:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x