Serok komarê Fransa geheşte Hewlêrê

Serok komarê Fransa geheşte balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê û ji aliyê serokê herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

02.01.2017, Pts - 13:06

Serok komarê Fransa geheşte Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Îro 02.01.2017ê piştî nîvro serok komarê Fransayê François Hollande ji bo serdaneke fermî geheşte paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê pêşwazî li François Hollande û şandeya li gel kir. Li gel serok komarê Fransayê François Hollande, wezîrê berevaniya Fransa Jean Yves Le Drian di şandeyê de cîh girt.

Di pêşwazî kirina serok komarê Fransayê François Hollande de, li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîrê karê navxwe Kerîm Sincarî, fermandarê yekeyên 70 Şêx Cefer Şêx Mistefa jî amade bû.

Herwaha nûnerên hemû pêkhateyên herêma Kurdistanê yên tirkmen, ereb, mesîhî, kurdên şebek hwd. jî amade bûn.

Di merasîma pêşwazî kirinê de dayîk şehîdan dayîka Eyşê û herwaha hevjîn û zarokên şehîdan jî bi alên Fransa û Kurdistanê pêşwazî li serok komarê Fransayê kirin.

Berî naha konsolxaneya Fransa bi daxuyaniyekê ragehand, ku serok komarê Fransa li gel Mesûd Barzanî û berpirsên bilind ên hikûmeta herêma Kurdistanê wê bicive.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1150 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:46:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x