Serokê PSKyê: Divê Kurd li her derê bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ragihand ku Kurd divê di hilbijartinên herêmî de li her derê bi serê xwe beşdar bibin.

15.09.2023, Cum - 05:59

Serokê PSKyê: Divê Kurd li her derê bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin
Nuçe Belav bike

Şandeyeke PSKyê du roj berê li Hewlêrê hevdîtinek bi Serok Mesûd Barzanî re kir.

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa wê hevdîtina ligel Serok Barzanî û mijarên di rojevê de ne kir.

“Kurd li ser axa mayinkirî dimeşin”

Bozyel bi bîr xist ku bi geşedanên dawî re Kurd di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û got:

“Em Kurd, niha li her çar parçeyan ser erdên mayinkirî re dimeşin. Êrişên li Tirkiyeyê dewam dikin. Bexda neheqiyê li hemberî Herêma Kurdistanê dike.

Îran zextê li Herêma Kurdistanê dike. Li Rojavayê Kurdistanê jî pirsgirêk hene û li Efrînê û korîdora Kurdan destdirêjî sivîlan tê kirin.

Me di pêvajoyeke wiha de pêwîst dît ku em bi Kurdan re danûstandinan bikin û nêrînên xwe nêzîkî hev bikin.”

"Me xwest em sûdê ji ezmûna Serok Barzanî wergirin"

Bozyel derbarê hevdîtina bi Serok Barzanî re wiha got:

“Me xwest em bi Kak Mesûd re hevdîtinê bikin, ji ber ku ew xwedî ezmûna demdirêj e. Hem li Herêma Kurdistanê hem jî li parçeyên din ên Kurdistanê xwedî roleke girîng e.

Bi taybetî me xwest em bi Kek Mesûd Barzanî re biaxivin. Me xwest hem li ser geşedanên li Tirkiyeyê û hem jî li ser geşedanên li vir gotûbêjan bikin. Me ji van hevdîtinan gelek sûd wergirt.”

“Barzanî xwest ku Kurdên li Bakurê Kurdistanê bi tifaq bin”

Bi gotina Bozyel Serok Barzanî xwestiye ku Kurdên li Bakurê Kurdistanê bi tifaq bin û wiha domand:

“Herwiha destnîşan kir ku divê lêgerîna pêvajoya çareseriyê ya nû bidome. Wî da zanîn ku divê em hêviya xwe qut nekin. Di vî warî de hevdîtinên me gelekî kêrhatî û baş bûn.

Me behsa nêzîkbûna partiyan di nav Kurdan de kir. Em hêvî dikin ku ev hevdîtin berdewam bin ji ber ku pêvajo germ e.”

“Dahata Tirkiyeyê ji budçeya şer re tê veqetandin”

Bozyel li ser pirsa derbarê hilbijartinên herêmî yên Adara 2024an de û xebatên nivîsandina destûra bingehîn de jî wiha got:

“Destûra heyî ya li Tirkiyeyê ji aliyê generalên faşîst ve di 12ê Îlona 1980yan de hatiye amadekirin.

Hikûmetên paşê hemûyan tim behsa nivîsandina destûreke nû dikir, Ozal, Demirel û hwd...

AKP ev 20 sal in desthilatdar e û mixabin destûr hîn jî di warê cîbicîkirinê de ye. Ev ji bo siyaseta Tirkiyeyê şermeke mezin e.

Di heyama pêvajoya çareseriyê de sala 2011an bi partiyên ku wê demê hatin cem hev, komîsyonek ji bo guhertina destûrê hat avakirin.

Wê demê me jî pêşniyarên xwe pêşkêşî parlamentoyê kirin. Me nêrîna xwe ji Serokê Meclîsê yê wê demê Cemîl Çîçek re ragihand. Wê demê partiyan bi rastî li hev kir lê piştre pêvajo asê ma.

Niha hikûmet mecbûr e ku destûreke nû amade bike. Krîzeke aborî ya mezin heye, gel pir xizan e.

Sedema vê jî pirsgirêka Kurd e. Dahata Tirkiyeyê ji budçeya şer re tê veqetandin.”

“Em nabêjin bila şoreş çêbibe”

Bozyel amaje bi wê yekê kir ku ew niha bi partiyên din Kurdan re di nav danûstandinan de ku eger destûreke nû bê amadekirin ew jî projeyên xwe pêşkeş bikin û got:

“Niha wek PSKyê em dibêjin ger guhertina destûrî çêbibe divê pêşniyara me amade be. Tiştên ku me amade kirine ne radîkal in ku Tirkiye serobin bibe. Em nabêjin bila şoreş çêbibe. Em dixwazin platformeke ku Kurd xwe îfade bikin hebe.”

“Divê Kurd li her derê bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin”

Bozyel li ser pirsa gelo Kurd ji hilbijartinên herêmî re amade ne wiha bersiv da:

“Derbarê hilbijartinê de du mijar li pêşiya me hene.

Ya yekem, hikûmet nayê guhertin. Ne hewce ye ku em bibêjin 'Em piştgiriyê didin vî alî'. Lê di hilbijartinên 14ê Gulanê de jî rewşeke wiha hebû.

Ya duyemîn jî tifaqên ku hatine avakirin, di hilbijartinên herêmî de wekî berê kar nakin ji ber ku gelek bajar hene.

Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet dê li her cihê bi hev re beşdarî hilbijartinan nebin.

Herwiha Erdogan girîngiyeke mezin da Stenbolê. Kurd li wir rola sereke dilîzin. Ji ber ku Kurdan deng nedan AKPyê wê winda kir. Îmamoglû bi dengên Kurdan bi ser ket.

Kurd di van hilbijartinê de ne neçar in di navbera van her du tifaqan de bimînin. Divê Kurd li her derê bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin.”

“Îmamoglu ji bo Kurdan tiştek nekir”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bozyel wiha got:

“Madem ku em bi rewşa wekî guhertina desthilatdariyê re rû bi rû nabin, divê Kurd bixwe xwedî rojeva xwe bin. Bila behsa daxwazên xwe yên wek ziman bikin. Kurd ne mecbûr in piştgiriya aliyekê bikin.

Îmamoglu sala 2019an li Stenbolê bi dengên Kurdan bi ser ket lê wî ji bo Kurdan tu gav neavêtin. Ji bo zimanê Kurdî tiştek nekir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:15:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x