Serokkomara Macaristanê Katalin Novak di merasîma vekirina Dibistana Meltho ya Navdewletî a li Enkawe ya Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ew dixwazin zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û got, “Hûn ne bi tenê ne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomara Macaristanê Katalin Novak îro Şemiyê 10ê Berfanbara 2022an li navçeya Enkawe ya Hewlêrê Dibistana Meltho ya Navdewletî bi fermî vekirin.
Serokkomara Macaristanê Katalin Novak ragihand ku Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye û ew dê di alîkariya Herêma Kurdistanê de berdewam bin û anî ziman, “Em dixwazin zêdetir alîkariyê pêşkêş bikin.”
Katalin Novak di beşeke din a gotara xwe behsa rewşa Kirîstiyanan li cîhanê kir û ragihand, “Li seranserî cîhanê 360 milyon Kiristiyan hene ku bi tundûtûjiyê re rû bi rû dimînin.