Serokwezîr: Civînên me berhemdar bûn

Mesrûr Barzanî ragihand ku do li Enqerê civînên berhemdar encam dane.

29.11.2019, Cum - 05:54

Serokwezîr: Civînên me berhemdar bûn
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesaba xwe ya Twîtterê derbarê serdana xwe ya bo Enqerê û hevdîtinên li gel serkirdeyên wî welatî de ragihand ku wan hevdîtinên berhemdar encam dane.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê civîna li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di twîtekê de dibêje, “Civîna me gelek berhemdar bû.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî dike, di encama civînê de pêşkevtinên erênî derbarê hinek pirsan hat bidestxistin ku girîng bûn bo herdu aliyan ku ji wan jî bazirganiya hevbeş û seqamgiriya herêmayetî.

Derbarê civîna li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî, Mesrûr Barzanî dibêje ku mijarên emnî û bazirganiya hevbeş serincên civîna îro bûn û diyar dike, “Me behsa behsa berjewendî û astengên hevbeş kirin. Em dikarin her tim li gel hev kar bikin bo seqamgiriya navçeyê bi giştî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 799 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:55:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x