Li gorî daxuyanyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa ewlekariya Iraqê bi giştî û metirsiya terorê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hat kirin.
Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê got: Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye û hêza Herêmê hêza Iraqê ye jî û berûvajî jî, ji ber wê divê baştirîn pêwendî di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hebe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya pêşwaziya germ û dostane ya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir û tekez li ser wê yekê kir ku di warê ewlehiyê de, hevahengiyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de heye û em hêvîdar in ku ev hevahengiya baş di hemû warên din de jî derkeve holê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, rayedarên din ên hikûmeta federal û serkirde û berpirsên partiyên siyasî yên Iraqê re, îro 30î Gulana 2024an gihîşte Bexdayê.
Ji bo dabînkirina mafên gelê Kurdistanê li Bexdayê me
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li tora civakî “X” ragihand, “Îro li Bexdayê me ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê.”