Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî birîndarên karesata Bexdîdayê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana birîndarên qezaya Baxdiyê (Hemdaniyê) kir û beşdarî merasîma şîna qurbaniyên wê karesatê bû û ragihand, “Pêşkêşkirina hemû alîkariyên pêwîst dubare dikin.”

30.09.2023, Cts - 19:45

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî birîndarên karesata Bexdîdayê dikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê (30.09.2023) li ser tora civakî ya X (Twittera berê) peyamek belav kir û tê de ragihand, “Min serdana birîndarên şewata li Bexdîdayê (Hemdaniyê) kir û hêviya başbûnê ji wan re xwest û pêşkêşkirina hemû alîkariyên pêwîst dubare kir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Herwiha ez beşdarî merasîma şîna qurbaniyên wê karesatê bûm û sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên wan kir.”

Mesrûr Barzanî îro serdana birîndarên bûyera Hemdaniyê yên li Nexweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê kir, ji nêzîk ve rewşa wan şopand, hêviya başbûnê ji wan re xwest û careke din piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêdiviyên bijîşkî û dermankirina birîndaran dubare kir.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî merasîma şîna qurbaniyên şewata Hemdaniyê li bajarokê Enkawayê yê ser bi Hewlêrê ve bû û sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir.

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 606 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:29:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x