Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberiyê li Hewlêrê vedike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberiyê li Hewlêrê vedike.

29.10.2024, Sal - 10:34 [ Güncellenme: 29.10.2024, Sal - 11:08 ]

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberiyê li Hewlêrê vedike
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Cotmehê Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberiyê li Hewlêrê vedike.

260 kompaniyên navxweyî û biyanî di pêşangehê de beşdar in û çalakiyên pêşangehê dê çar rojan berdewam bike.

Beşek ji kompaniyên biyanî ji 15 welatên cihê hatine, ta ku karînên xwe ên di zanista endezyariya mîmariyê de pêşkêş bikin.

5emîn Pêşangeha Navdewlet ya Xanûberiyê li Hewlêrê bi hevahengiya Desteya Veberhênanê tê lidarxistin û kompaniyên beşdar armanc dikin projeyên xwe yên veberhênanê û materyalên ku di çêkirin û pêxistina xanî û avahiyan de têne bikar anîn, nîşan bidin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:57:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x