Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ( Duşem, 06.01.2025) di behînameyekê de ragehand, “Ez serexweşiyê li binemal û kesûkarên tekoşer û kesatiyê navdar ê bajarê Hewlêrê Mamosta Faris Qadir Feqê Ebdila dikim û ez hevxemê wan im.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa di pareke din a behînameya xwe de jî got, “Xudayê Mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê jî bi binemala wî bide.”