Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê civiyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan tekeziyê li girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê dikin.

18.08.2023, Cum - 06:51

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê civiyan
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan tekeziyê li girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê dikin.

Duh roja Pêncşemê 17ê Tebaxa 2023an, li bajarê Ebû Zebî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan civiya.

Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dostane yên navbera dewleta Îmaratê û Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de hat kirin.

Di beşeke din a civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:52:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x