Serokwezîr: Bexda, Herêma Kurdistanê wek parêzgeheke Iraqê dihesibîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî teqez kir ku DAIŞ bi têkçûna leşkerî dê bi dawî nebe û derbarê têkiliyên Bexda û Hewlêrê de jî wiha got: "Gelo Bexda çawa li Herêma Kurdistanê dinere? Bexda dixwaze bi herêmê re wek bi parêzgeheke Iraqê bihesibîne lê ev tişt qet nayê qebûlkirin."

31.01.2017, Sal - 08:56

Serokwezîr: Bexda, Herêma Kurdistanê wek parêzgeheke Iraqê dihesibîne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Dengê Amerîkayê re derbarê rewşa herêmê, têkiliyên wê bi Bexdayê û şerê li dijî DAIŞê de axivî.

Barzanî teqez kir ku Hêzên Pêşmerge gelek berdel di şerê li dijî DAIŞê de dane û wiha dewam kir: "Teqez, ew kêşeyên Iraqê ji ber terorê dikişîne, siyasî ne, ne leşkerî ne û ez bawer nakim ku DAIŞ bi têkçûna xwe li Sûriye û Iraqê dê xelas bibe. Erê, ji aliyê leşkerî ve ew dê li Mûsil, Reqqayê û gelek deverên din têk biçe, lê ew raman her dê bimîne û bijî."

"Cıvaka Kurdıstanê Nahêle Fıkırên DAIŞê Belav Bıbın"

Serokwezîrê herêmê bal kişand ser rewşa li dû têkbirina DAIŞê û wiha pê de çû: "Em ji qonaxa piştî derketina DAIŞê ji Iraqê ditirsin. Wek min destnîşan kir, DAIŞ dê bajarên dagirt kiribûn ji dest bide lê ew rêxistina terorîst dê li Iraqê bimîne. Ev rêxistin bandorê li me li Herêma Kurdistanê nake wek ku li bajarên din ên Iraqê dike. Sedemeke tenê ya vî tiştî heye. Ew jî nebûn kesekî ku piştgiriyê bide ramana DAIŞa terorîst. Ez nabêjin qet lihevkirinek bi vê ramanê re tine lê gelê Kurdistanê nahêle ev raman di nava civakê de belav bibe û ew ê cihê teror û tundrewiyê li Kurdistanê tine be. Ez nafikirim ku ev xeter in li ser Herêma Kurdistanê, xetera wan tenê ew e ku em cîranên wan in."

"Jı Sala 2014an ve, Herêma Kurdıstanê Sê Derbeyên Gıran Xwarın"

Derbarê qeyrana aborî û sedemên wê de jî, Barzanî wiha got: "Ji sala 2014an ve, me 3 derbeyên giran xwarin. Ya yekem, di sibata heman salê de, pişka herêma Kurdistanê ji budçeya Iraqê, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hat birîn bê ku haya herêmê jê hebe. Behaneya wan jî ew bû ku me petrol bi serê xwe firotiye bê ku em bi Bexdayê bişêwirin, li gel ku me meha 5an(Gulan) a 2014an dest bi firotina petrolê kir. Derbeya duyem jî, hatina milyon û 800 hezar awareyî bo Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê bû ku sînorê şerê li dijî vê rêxistina terorê, 1100 kîlometre bû. Ji bo şer û parastina Kurdistanê, pêdivî bi gelek pere û derfetan hebû. Derbeya sêyem, erzanbûna petrolê bû ku buhayiya bermîla petrolê daket 20 dolaran. Ev hemû bûn sedem ku Herêma Kurdistanê du salên dijwar derbas bike".

Barzanî teqez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze kêşeyên xwe bi Bexdayê re çareser bike û diyar dike ku wan gelek alîlkarî dane Iraqê di şerê wê li dijî terorê de û wiha pê de diçe: "Ez dikarim bibêjin ku agahiyên istxibaratî yên ku rojane me didan Artêşa Iraqê, bi qasî 50% beşdarî serkeftinên wê bûne".

"Lıhevkırına Bı Bexdayê Re Jı Yên Dın Çêtır ê"

Barzanî careke din balê dikişîne ser qeyrana aborî li herêmê û wiha dibêje: "Em îro di qeyraneke aborî de ne û em ti gaveke erênî ji Bexdayê nabînin ku alî me bike yan jî kêşeyan çareser bike. Min di civîna wezîran de jî teqez kir ku Bexda pereyeke wiha bide me ku tenê bi yek dolarî ji firotin û hinartina petrolê zêdetir be, em ê bixwazin bi Bexdayê re li hev bikin, ji ber lihevkirina bi Bexdayê re ji lihevkirinên din çêtir e."

"Hıkûmeta Iraqê Fêm Nake Ku Şêwaza Bırêveberıya Iraqê Guherıye"

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axiftina xwe wiha dewam dike: "Serpêhatiyên gelekî tehl ên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re hene. Hikûmeta Iraqê hîn wiha difikire ku hikûmeteke navendî ye û dikare fermanan bide û fermanan bi dawî bike bêyî fêm bike ku şêwaza birêveberiya Iraqê hatiye guhertin û Iraq êdî ne navendî ye…Destûra bingehîn teqez dike ku Iraq dewleteke federalî ye lê tiştê Iraq li ser difikire, tenê navendîtî ye. Hemû tiştên derbarê petrol û dabeşkirina dahatan ji bo herêma Kurdistanê, li Bexdayê nayên cih. Gelo Bexda çawa li Herêma Kurdistanê dinere? Bexda dixwaze bi herêmê re wek bi parêzgeheke Iraqê bihesibîne lê ev tişt qet nayê qebûlkirin."

"Barzanî û Talebanî Jı Bo Iraq Perçe Nebe, Her Tışt Kırın"

Ji aliyê din ve, serokwezîrî derbarê yekitiya Iraqê û hewldanên kurdan ji bo parastina wê yekitiyê wiha got: "Serok Talebanî û Serok Barzanî hemû tiştên pêwîst kirin ta ku nehêlin Iraq perçe bibe lê Hikûmeta Iraqê gavên erênî ji bo çareseriya kêşeyan neavêtin."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:05:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x