Şîeyên Iraqê derbarê serxwebûna Kurdistanê de nakok in

Ew derza ku di serdema serokwezîrtiya Nûrî Malîkî de kete navbera Bexda û Hewlêrê roj bi roj firehtir dibe. Lê ew şanda siyasî û dîplomasî ya ligel berpirsên Herêma Kurdistanê rûdibe, bi berdewamî tekeziya yekparçebûna xaka Iraqê dike.Hinek ji berpirsên iraqî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weke berpirsê mezinbûna vê derza di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de dibînin. Lê hinek ji berpirsên Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî yên PDKê di wê baweriyê de ne, ku hikûmeta Bexdayê derfeta berdewamkirina bi hevre jiyanê nehiştine.

22.02.2017, Çar - 15:27

Şîeyên Iraqê derbarê serxwebûna Kurdistanê de nakok in
Nuçe Belav bike

Nêrîna Tevgera Sadr

Parlamenterê freaksiyona Ehrar a ser bi Tevgera Sadr Mazin el-Maznî derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re got; “Gotinên Mesûd Barzanî yên derbarê ragihandina dewleta kurdî de pir kev in. Piraniya berpirsên Herêma Kurdistanê ji van gotinan ne razî ne û naxwazin kurd ji Iraqê cihê bibin.”

Bi nêrîna Mazin el-Maznî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo propegandaya hilbijartinê bike behsa serxwebûnê dike û herwiha dixwaze zêdetir guvaşê bixe ser Bexdayê da ku zêdetir maf û destkeftan bigihîne Herêma Kurdistanê.

El-Mazinî amaje bi nêrîna Tevgera Sadr a lihember serxwebûna Kurdistanê jî kir û got; “Pêwendiyên tevgera me ya ligel aliyên Herêma Kurdistanê baş in. Ne kêm ne zêde piştgirî didin daxwazên kurdan. Helwesta dawîn a Tevgera Sedr a li hember mijara serxwebûna Kurdistanê jî dê ji aliyê Rêberê Tevgera Sadr Mûqteda Sadr ve bê diyarkirin.”

Gefa derxistina pêşmerge ji Başîkê

Roja 17ê Mijdara 2016ê, piştî ku Hêzên Pêşmerge navçeya Başîkê kontrol kir, Endamê Serkirdetiya Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê Baqir Cebîr Zûbîdî bi daxuyaniyekê ragihand; “Niha artêşa me û Heşda Şeibiya me bi hêz e. Pêwîst e ev hêza me li Başîkê operasyoneke din bike û ew kesên dibêjin Pêşmergeyan Başîk rizgar kir û venakişe, ji wê herêmê derbixe.”

Roja 21ê Mijdara 2016ê Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva vê daxuyaniyê da û diyar kir; “Eger ne bi azatiya pêşmerge baya, hêzên iraqî nedikarîn van serkeftinana tomar bikin.”

Mafê serxwebûnê heye lê…

Parlamenterê Hevgirtina Dewleta Yasa ya di bin serokatiya Nûrî Malîkî de, Casim Mihemed Cefer jî dibêje mafê çarenivîsa hemû gelan heye û ev mafê kurdan jî heye lê nabe bikaranîna vê yekê li dijî destûrê û berjewendiyê aliyên din de be.

Casim Mihemed Cefer tirkmenekî şîe ye û di kabîneya Nûrî Malîkî de wezîr bû, ji Rûdawê re got; “Eger kurd li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê dewleta serbixwe rabigihînin dê hêsantir be. Lê ev yek zehmet e ku niha propagandaya dewletekî dikin, herêmeke berfireh digre navxwe, Kerkûk, beşekî Nînowa, Selahadîn, Diyala û Kûtê jî digre navxwe.”

Dibe ragihandina serxwebûnê bibe sedema şer

Derbarê herêmên ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kontrolkirin jî Cefer nêrîna xwe bi van gotinana anî ziman:

“Venekişandina Hêzên Pêşmerge ji wan navçeyên hatine kontrolkirin destdirêjiya ser mafê pêkhateyên ereb, tirkmen, şebek, êzidî û krîstiyan e. Eger Herêma Kurdistanê li ser vê helwesta xwe rijd be û dernekeve, dibe di paşerojê de li ser van herêman şer jî derbikeve.”

Bi dîtina vî serkirdetê Hevgirtina Dewleta Yasa Cesîm Mihemed Cefer, Iraq ketye nav rewşeke giran û nizane çawa reftarê ligel Herêma Kurdistanê bike.

Cefer dibêje; “Li Hewlêrê hikûmet di destê PDKê de ye. Li Silêmaniyê jî YNK û Goran serdest in û helwesta wan ji hev cuda ye. Eger li ser aliyekê biaxivin aliyê din nerazî dibe. Ji lewra ev nakokiya di nav aliyên Kurdistanî de hikûmeta Iraqê jî dixe nav tengezariyê û nizane çawa danûstandinê ligel rewşê bike.”

Di nîvê Kanûna 2016ê de jî emîndarê giştî yê grûba Esaîbî Ehlê Heq a Heşda Şeibî Qeys Xezelî gotibû; “Piştî nemana DAIŞê pirsgirêka herî mezin kurd in û bi taybetî jî pirsgirêka Mesûd Barzanî ye. çareseriya pirsgirêkan û aştiya ligel kurdan zehmet e.”

Xezelî diyar kiribû, ku ew webûl nakin Kurdistan siyaseta xwe bisepîne ser ti herêmekî hatiye rizgarkirin.

Lê wezîrê berî yê petrola Iraqê Îbrahîm Behrûlûlûm derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de mîna parlamenterên din ne reşbîn e.

Navborî dibêje; “Berovajiyê dema derbasbûyî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê niha pir baş in. Yekemîn car bû, ku Artêşa Iraqê ji bo şerê li dijî DAIŞê hate nav Herêma Kurdistanê. Ev yek jî veguhertineke mezin e.”

Bi nêrîna Behrûlûlûm egereke pir dûr e ku hêzên Iraqî û pêşmerge şerê hev bikin û diyar dike; “Nabe hizrên wiha jî bikin.”

Îbrahîm Behrûlûlûm nêrîna xwe ya derbarê serxwebûna Kurdistanê jî wiha rave dike; “Mayîna ligel Iraqê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.”

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x