Sibe hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Enerjî û petrolê Heyan Ebdulxenî ragihand, wan desthilatdarên Tirkiyê agahdar kirine ku sibe roja Şemiyê dubare dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dikin.

12.05.2023, Cum - 05:55

Sibe hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike
Nuçe Belav bike

Heyan Ebdulxenî diyar kir, desthilatdarên Tirkiyê hatine agahdarkirin ji bo destpêkirina proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ji roja 13ê Gulana 2023an ve.

Di daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê de hatiye eşkerekirin, kompaniya firotina petrolê ya li Iraqê ya bi navê Somo, Kompaniya Botaş a Tirkiyê agahdar kiriye ku sibe roja Şemiyê 13ê Gulana 2023an dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dikin.

Beriya niha Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Bexdayê ji Kurdistan24ê re ragihandibû, tevî destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê, hikûmeta Iraqê berdewam dibe di şandina 400 milyar dînar mehane ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta wê dema ku projeyasaya budceya sala 2023, 2024 û 2025an ji aliyê parlamentoyê ve were pesendkirin.

Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kiribû û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatibû pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu serokwezîran, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, di navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal de hatibû îmzekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:44:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x