Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw duh di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Parêzgeha Hewlêrê hemî amadekarî ji bo piroseya serhejmêriyê kirine û niha Hewlêr ji bo serhejmêriyê amade ye.”
Umêd Xoşnaw ragehand, “Di rojên bê de civîna Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê tê kirin, zêdebarî civîna Lijneya Bilind a Ewlehiyê li Wezareta Navxwe ji bo danana mîkanîzmên wan du rojên ku qedexeya hatin û çûnê tê ragehandin, li rojên 20 û 21 ên Mijdarê.”
Navbirî daxwaz ji welatiyan kir ku, pêxemetî wê yekê ku ew pirose serkeftî be, di rojên qedexeya hatin û çûnê de li malên xwe bimînin, herwesa bi awayekî çalak tevlî piroseya serhejmêriyê bibin. Herwesa got, “Ew serhejmêrî çarenivîsa bajar û deveran diyar dike.”
Parêzgerê Hewlêrê di derheqa awareyên Şingalê de jî got, “Di rapirsînê de xelkê resen ê wan deveran li her cihekî bin, li ser deverên xwe yên resen tên hejmartin.”
Umêd Xoşnaw herwesa got, “Qedexeya hatin û çûnê ya serhejmêriyê wekî qedexeya hatin û çûnê ya serdema pejîka Koronayê nabe.” Herwesa ragehand ku, deriyên sinorî dê vekirî bin û seferên asmanî yên balafirxaneyan berdewam dibin.”
Navbirî tekez jî kir, “Hewlêr ji bo serhejmêriya giştî amade ye.”