Wan: Leşkeran gund dorpêç kir… 2 kesan canê xwe ji dest da

Li gundê Çamîlî yê navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, leşkerên Tirkiyeyê bi bi ser malekê de girtin û di operasyonê de 2 kesan canê xwe ji dest da.

01.09.2023, Cum - 08:01

Wan:  Leşkeran gund dorpêç kir… 2 kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, roja 31ê Tebaxê piştî nîvro leşkeran li gundê Çamîlî yê Qelqeliyê bi ser malekê de girt.

Li gor zanyariyan leşkeran gund dorpêç kir û du demjimêr û nîvan operasyonê berdewam kir.

Leşkeran di operasyonê de xaniyê ku 2 kes tê de bûn, gulebaran kir.

Termên kesên ku ji ber gulebarana bi çekên giran canê xwe ji dest da, ji bin kavilan hatin derxistin.

Lê nehat zanîn ku ew 2 kes kî ne û termên wan birine ku derê.

2 kes hatin desteserkirin

Herwiha gundiyê bi navê Omer Kiliççeken û kurê wî Sami Kiliççeken jî ji aliyê leşkeran ve hatine desteserkirin.

Leşkeran bav û kur birine Fermandariya Cendirmeyan a Qelqeliyê.

Parlementerên Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Sinan Çiftyurek, Mahmut Dindar û Zulkuf Uçar, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) a Şaxa Wanê bi şev çûne cihê bûyerê, lê leşkeran rê neda ku biçin nav gund û piştî demekê vegeriyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 625 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x