Rojnamevanê Amerîkî yê bi navê Rîçil Avraham, di rojnameya Washington Times de gotarek belav kiriye û behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Wî rojnamevanê Amerîkî diyar kiriye ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ew beşên Destûrê yên girêdayî mafên kurdan in, binpê kiriye.
Wî rojnamevanî daxwaz ji hikûmeta Amerîka kiriye fişarê bixe ser Ebadî da ku Destûrê bicîh bîne û mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.