Wezareta Gihandin û Veguhastinê peykerê Pêşmerge li Kerkûkê dike pûleke postê

Wezareta Gihandin û Veguhastinê pûleke nû ku taybet e bi peykerê Pêşmerge li Kerkûkê derxist, wek sembola Kurdistanîbûna bajêr û rêzgirtina li navê Pêşmerge.

04.09.2023, Pts - 05:55

Wezareta Gihandin û Veguhastinê peykerê Pêşmerge li Kerkûkê dike pûleke postê
Nuçe Belav bike

Wezareta Gihandin û Veguhastinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pûleke nû ya posteyê derxist ku di danûstandin û karûbarên ofîsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê bikaranîn.

Ev pûla nû, bi nirxê 5 hezar dînar e, peykerê Pêşmerge li Kerkûkê li ser e, wek sembola Kurdistanîbûna Kerkûkê ye û ji bo rêzgirtina navê Pêşmerge ye ku bi xwîn û canê xwe Kurdistanîbûna bajêr parast.

Wezîrê Gihandin û Veguhastinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyekî pûla nû belav kir.

Wezareta Gihandin û Veguhastinê çendîn pûlên posteyê li Herêma Kurdistanê dîzayn kirine ku hemû jî dîrok, erdnîgarî û sembolên Kurdistanê nîşan didin û bi buhayên cuda li ofîsên cuda yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya danûstandinên rojane de tên bikaranîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:58:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x