Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariyên leşkerî û darayî yên Hevpeymanan dê berdewam bikin

Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku Fermandarê Giştî yê Şêwirmendên Leşkerî yê Hevpeymanan ragihandiye alîkariyên leşkerî û darayî yên Amerîka û hevpeymanan dê berdewam bikin.

29.01.2025, Çar - 10:52

Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariyên leşkerî û darayî yên Hevpeymanan dê berdewam bikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl, Fermandarê Giştî yê Şêwirmendên Leşkerî yê Hevpeymanan General Ham û şandeyeke leşkerî pêşwazî kirin.

Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku her du aliyan “li ser pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî gotûbêj kirin.”

Hat ragihandin ku li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmergeyan jî gotûbêj hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Pêşmergeyan ragihandiye:

“Çaksazî û pêvajoya yekkirin û birêkxistina Pêşmergeyan berdewam e.

Hemû hêza Pêşmergeyan dê di çarçoveya firqeyan de bi cih bibin, bi vê jî qonaxeke nû ya hêzeke yekgirtî ya niştimanî dê derkeve holê.”

Wezareta Pêşmergeyan amaje pê kir ku General Ham “li hemberî bipêşveçûna bêhtir a çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmergeyan kêfxweşiya xwe anî ziman.”

Li gorî daxuyaniyê, General Ham, Wezîrê Pêşmergeyan piştrast kir ku “alîkariyên darayî û leşkerî yên hevpeymanan û Amerîkayê yên ji bo hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dê berdewam bikin.”

"Gavên gelekî baş hatine avêtin"

Li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmergeyan jî got:

“Gavên gelekî baş hatine avêtin. Em piştrast in ku îradeya we ji bo çaksaziya rasteqîn e û hûn dixwazin Pêşmerge bibe hêzeke niştimanî.

Em jî di vê pêvajoyê de dê li gel we bin û piştgiriya we bikin.”

Amerîka her sal di çarçoveya alîkariyên Wezareta Parastinê de ji bo rûbirûbûna li dijî DAIŞê û terorê, alîkariya wan hêzan dike ku hevkarên Amerîkayê ne û hevpeymanan in.

Di nav wan de Hêzên Pêşmergeyan, hêzên Îraqî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî hene.

 

Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:36:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x