Wezîrê Pêşmerge: Armanca me avakirina artêşeke niştimanî ya Kurdistanê ye

Wezîrê Pêşmerge ligel Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê tekez kir ku armanca wan avakirina Artêşa Niştimanî ya Kurdistanê ye. Konsulê Fransayê jî got, ew hêvî dikin ku Wezareta Pêşmerge îsal qonaxeke gelek baş di proseya çaksaziyê de bidest bixe.

28.01.2025, Sal - 11:05

Wezîrê Pêşmerge: Armanca me avakirina artêşeke niştimanî ya Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl duh (27ê Çile) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Yann Braem û şandeke leşkerî û dîplomatîk ya pê re kir.

Di hevdîtinê de, Wezîrê Pêşmerge bi şanda Fransî re, behsa rewşa ewlehî û siyasî ya navçeyê, Iraq û Herêma Kurdistanê û pirsa çaksaziyê û avakirina her du navçeyên serkirdayetiya leşkerî, herwiha damezirandina 6 firqeyên piyade, ji bilî hewla avakirina firqeyên zêdetir bi serpereştiya Wezareta Pêşmerge, kir.

Wezîrê Pêşmerge got, armanca Wezareta Pêşmerge avakirina artêşeke niştimanî ya Kurdistanê ye, ji bo wê yekê wan hemû hewlên xwe dane û li ser proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de berdewamiyê in.

Konsulê Giştî yê Fransayê peyama piştevaniya gel û hikûmeta Fransayê bo Wezareta Pêşmerge tekez kir û got: Em hêvî dikin ku Wezareta Pêşmerge îsal qonaxeke gelek baş di proseya çaksaziyê de bidest bixe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:44:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x