Wezîrê Pêşmerge: Em gavên cidî ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge davêjin

Wezîrê Pêşmerge dibêje, pêwendiyên wan bi Wezareta Berevaniya Iraqê re baş in û ew gavên cidî jî ji bo rêxistin û yekxistina hêzên Pêşmerge davêjin.

09.07.2024, Sal - 15:34

Wezîrê Pêşmerge: Em gavên cidî ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge davêjin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl di merasima derçûna hijmarek efserên wezaretê ji xula heştem a Koleja Erkanê ya li bajarê Çwarqurna got, derçûna van efseran dê hêzeke zêdetir bide Wezareta Pêşmerge di şerê li dijî terorê û gefên wê de.

Şoreş Îsmaîl diyar kir: “Di qonaxa niha de, Wezareta Pêşmerge ji bo çaksazî, rêxistin û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gavên cidî diavêje.”

Derbarê hevahengiya wan ligel hêzên ewlekariya Iraqê de, Wezîrê Pêşmerge tekez kir: “Pêwendiyeke dirust a Wezareta Pêşmerge ligel Wezareta Berevaniya Iraqê heye.”

Herwiha eşkere kir, salane bi dehan efserên Pêşmerge bi hevahengî li gel hevpeymanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo beşdariya di kursên leşkerî de bo derve tên şandin. Li navxwe jî, efserên Wezareta Pêşmerge li Kolêja Erkana Bexdayê û kolêjên din ên leşkerî beşdarî kursan dibin.”

Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:34:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x