Wezîrê Tenduristiyê: Rêjeya mirina bi koronayê gihiştiye sifirê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, rêjeya mirina ji ber vîrûsa koronayê (COVID-19) li Herêma Kurdistanê gihîştiye sifirê.

02.06.2022, Per - 06:06

Wezîrê Tenduristiyê: Rêjeya mirina bi koronayê gihiştiye sifirê
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzanî ji BasNewsê re got: “Zêdetirî mehekê ye li Herêma Kurdistanê ti mirinek nehatiye tomarkirin û rêjeya mirinan gihiştiye sifirê.”

Herwaha Dr. Saman Berzincî got: ‘’Herêma Kurdistanê di şerê dijî vîrusa koronayê de mînakeke serkeftî bû û piştevanî û xemsariya Serokwezîr û hemahengiya aliyên peywendîdar faktora sereke ya serkeftina li hember wê nexweşiyê bû.’’

Dr. Saman Berzincî destxweşî li karmendên tendirustiyê jî kir û got: “Em bijîjk û ​​xebatkarên tenduristiyê yên ku bi îradeya xwe û bi ruhê fedayî li eniya herî pêş a têkoşînê bûn, pîroz dikin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 545 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:00:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x