Wezîrê Pêşmergeyan: Herêm di rewşeke hestyar a serbazî û siyasî re derbas dibe

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl îro vegeriya ser karê xwe.

27.11.2023, Pts - 12:22

Wezîrê Pêşmergeyan: Herêm di rewşeke hestyar a serbazî û siyasî re derbas dibe
Nuçe Belav bike

Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl danê sibehê vegeriya ser karê xwe û di civîneke çapemeniyê de sedemên vegera xwe eşkere kirin.

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl di axaftina xwe de got:

“Demeke dirêj e ez ji erkê xwe dûr ketim û di wê demê de Wezareta Pêşmergeyan di pêvajoya çaksaziyê de di qonaxeke dijwar a hevahengî û astengiyan re derbas bûye, pêvajo sist bûye.”

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl li ser sedema vegera xwe anî ziman:

“Herêm di rewşeke gelekî hestyar a serbazî û siyasî re derbas dibe û metirsiyeke cidî heye, ji ber wê jî rewşa xirab a Wezareta Pêşmergeyan cihê nîgeraniya her kesî bû.”

“Rûyekî niştimanî û bedew nîşanî cîhanê da”

Şoriş Îsmaîl behsa armanca kar û xebata xwe ya ku wekî Wezîrê Pêşmergeyan di kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir û got:

“Hemû armanc û prensîpên me ji bo pêvajoya çaksazî, rêkxistin û yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû.

Ez dikarim bi serbilindî ragihînim ku Wezareta Pêşmergeyan bi rûbirûbûna gendelî û rûbirûbûna xirabkirina çavkaniyên giştî kariye rûyekî niştimanî û bedew nîşanî cîhanê, dostên me û hevpeymaniya navdewletî bide.”

Wezîrê Pêşmergeyan spasiya Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Qûbad Talebanî kir ku di çaksazî û pêvajoya yekkirin û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan de rola wan hebûye.

Piştî ku nakokiyên navxwe yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dest pê kir, Tîrmeha 2021ê guhertin di hinek postên YNK û hikûmetê de hatin kirin ku yek ji wan jî Wezareta Pêşmergeyan bû.

YNKyê dixwest li şûna Şoriş Îsmaîl kesekî bike Wezîrê Pêşmergeyan lê PDKyê dixwest ew vegere ser karê xwe.

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl, dawiya sala 2022yan dest ji kar kişand û venegeriya ser karê xwe.

Serokê Fraksiyona YNKyê yê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Rêbaz Bêrkotî li şûna Şoriş Îsmaîl hat destnîşankirin lê ji ber nakokiyên di navbera YNK û PDKyê de guhertinên wezîran nebûbûn rojeva parlamentoyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x