Wezîrê Veguhestin: Yek rayedarê Bexda nakeve firokexaneyên Kurdistanê!

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Mewlûd Bawemurad ragihand, ew qebûl yek kes heta serokwezîrê Iraqê jî bo rêvebirina karûbarên firokexaneyên Kurdistanê derbasî Kurdistanê bibe.

30.09.2017, Cts - 13:19

Wezîrê Veguhestin: Yek rayedarê Bexda nakeve firokexaneyên Kurdistanê!
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Iraqê duh fermana ragirtin û qedexekirina geştên asmanî yên firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê da.

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Kurdistanê Mewlûd Bawemurad, di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de bi tundî li dijî wê fermanê nerazîbûn nîşan da û got, ti sebebek û hêcetek nîne Iraqê fermanek wiha li dijî Kurdistanê bide.

Mewlûd Bawemurad her wiha got, me pêwendî bi Wezîrê Veguhestina Iraqê kir. Wî daxwaza lêborînê ji me kir û got ku ew ferman ji aliyê encumena wezîran ve hatiye dayîn.

Her wiha Wezîrê Veguhestin û Gihandinê anî ziman ku fermana Bexdayê derheqê firokexaneyên Kurdistanê de qanûnî nîne û got, Bexda tenê dikare geştên asmanî yên Kurdistanê qedexe bike wekî din tiştekî din nikare bike. Yên ku herî zêde ji wê jî ziyanê dibînin, koçberên Iraqî ne çimkî alîkariyên mirovî bi rêya firokexaneyên Kurdistanê re digihê destê wan.

Mewlûd Bawemurad di dawiya axaftina xwe de di derbarê bara zeftkirina firokexaneyên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve jî got, em qebûl nakin yek kes heta serokwezîrê Iraqê jî bo vê yekê derbasî Kurdistanê bibe. Bila Iraq bi me re şerê îradê nekin, em dikarin bê firokexane jî bijîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1001 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:14:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x