Wezîra îtalî Pinotti û Neçîrvan Barzanî hevdîtinek li dar xistin

Wezîra Parastin a Îtalyayê Roberta Pinotti serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokwezîr Neçîrvan Barzanî re hevdîtinek li dar xist.

02.02.2017, Per - 07:58

Wezîra îtalî Pinotti û Neçîrvan Barzanî hevdîtinek li dar xistin
Nuçe Belav bike

Piştî merasîmê pêşwazîkirinê, Robereta Pinotti li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Derbarê civînê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe belav kir û tê de ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Berevaniya Îtalya Roberta Pinotti û şandeke serbazî û dîplomatîk a pê re kir.

Li gorî daxuyaniyê, di şanda îtalyayî de Sererkanê Artêşa Îtalya, Balyozê Îtalya yê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Îtalya li Herêma Kurdistanê û çend efser û dîplomatên wî welatî amade bûn. Di civînê de Pinotti kêfxweşiya xwe li hember sêyemîn serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya xelk, hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku li dijî terorê berevanî kirine û bûne cihê rêz û pêzanînê civaka navdewletî.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê civînê de spasiya Roberta Pinotti kir ku serdana Kurdistanê kiriye. Barzanî herwiha li hember alîkariyên mirovî û serbazî yên Îtalya bo Herêma Kurdistanê, ji destpêka êriş û metirsiyên terorê ve heta niha, spasiya Pinotti û welatê wê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 965 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:09:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x